Rêûresima şeva Yelda, 85’emîn salvegera jidayîkbûna Dr. Qasimlo ji aliyê Yekîtiya Ciwanan ve hate lidarxistin.shewi yelda. lawan 94 21

Êvariya Duşemî 21’ê Çileya Pêşîn a 2015’an, beramber 30’ê Sermawêz a 2715’an a Kurdî, rêûresma şeva Yelda, 85’emîn salroja jidayêkbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo, rêberê gelê Kurd û sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê ve, bi beşdariya hunermendekî ciwan, li binkeya Deftera Siyasî a Partiya Demokrat de bi rê ve çû.

Yekîtiya Ciwanan bi armanca rêzgirtina ji xebat û jiyana rêberê naskirî yê Kurd, şehîd Dr. Qasimlo ku di nav Yekîtiya Ciwanan de jiyana siyasî û rêxistinî ya xwe dest pê kirbû, hemû salekê di salroja jidayîkbûna navbirî de, ku hevdem e digel şeva Yeldayê, rêûresmeke bi coş û heyecan bi rê ve dibe.

Rêûresma bi ragirtina çend deqeyan bêdengî ji bo rêzgiritn ji riha pak ya şehîdan û “Vîdeo Kilîp”ekê ku bi vê minasbetê hatibûn amadekirin, dest pêkir.

Piştre peyama Yekîtiya Ciwanan ji aliyê “Emîn Îbrahîmî” endamê heyeta rêveberiya Yekîtiya Ciwanan ve hate pêşkêşkirin.

Her sal di vê bîranînê de, wek karekî sembolîk, hindek heval ji bo pêxistina momê têne diyarîkirin, îsal jî di bîranîna salroja jidayîkbûna rêberê naskirî ê PDKÎ de, ku tekoşîna rêxistinî ya xwe di Yekîtiya Ciwanan de dest pê kiribû, ciwanek ku nû hatiye nav rêza Yekîtiya Ciwanan, xatûn “Bêrîvan Ezîmî” moma 85 saliya jidayîkbûna Dr. Qasimlo pêxist.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, rêzdar “Têmûr Mistefayî” endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê axivt, û navbirî di axaftina xwe de îşare bi jiyan û xebata Dr. Qasimlo û şeva Yeldayê kir.
Piştre rêzdar “Tahir Xelîlî” pêşmergê berê yê Partiya Demokrat û hunermendê naskirî yê Kurd, stranek ji bo beşdaran pêşkêş kir.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, xatûn “Nahîd Husênî”, helbestvana Kurdistana Rojhilat û endama Komîteya Navendî a Partiya Demokrat, helbestên kilasîk yên kurdî li jêr navê “Nalî” û “Mehwî” pêşkêş kir.

Li gor her salî, di vê bîranînê de bi awayekî sembolîk çend hevalên ku rojbûna wan hevdem e digel şeva yeldayê, ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Demokrata Kurdistana Îranê ve hatin xelatkirin.

Di beşeke din a şeva şahiyê de, du hunermendên ciwan, bi navê “Huşyar Kerîm” û “Şînar Necîb” ku li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê ji bo vê rêûresmê hatibû gazîkirin çend stran pêşkêş kirin.

Bi armanca rêzgiritn ji huner û hunermend û beşdarên vê rêûresmê, ji aliyê Yekîtiya Ciwanan ve lewha rêzgirtinê pêşkêşî wan hate kirin.

Di aliyê din a vê rêûresma şeva yeldayê de, serkevtiyên 11’emîn fistîvala “Pêşmerge” û çend çalakiyên din yên ciwanan ku di meha Çileya Pêşîn bi boneya roja Pêşmergên Kurdistanê, ji aliyê Yekîtiya ciwanên Demokrata Kurdistana Îranê ve bi rê ve çû bû, û herwiha çend hevalên ku piştî kongireya 8 a Yekîtiya ciwanan, alîkariya bê navber bo rêxisitna Yekîtiya ciwanan kiribûn rêz ji wan girtin.

Ew rêûresm di nav şahî û govend û stranbêjiya hunermendê pêşmerge “Qolam Fatihî” de, bi dawî hat.