13720534 10157101444080375 922499572 oYêkitiya xortên demokrata Kurdistana Îranê li gel partiya demokrata Kurdistana îranê Roja çarşembî yê 13ê tîrmeh a 2016 an civînek ji bo 27 emîn salvegera terora rêberê şehîd, Dr. Qasimlo û hevalên wî û rêzgirtin li şehîdên xebata nû ya PDKÎ ji Rojavaya welatê Kanada, bi rêve birin

 

Bername bi marşa netewî ya ey Reqib û xolekek bê dengî bo rêz girtin Li xwîna pake şehîdan dest pê kir Civîn bi xwandina jiyan nameya şehîd Kawe Cewanmerd li aliyê Bêrîvan Bedrî endamê Lawan, peyama PDKÎ Li aliyê kekê Şehrıyar Vîje, brûskeya sersaxiyê Li aliyê Yêketiya ciwanên PDKÎ, peyama PDK ê li aliyê kekê mehdî Tovî û brûskeya sersaxiyê li aliyê komeleya zehmetkeşên şoreşgerê Kurdistana Îranê ve domiya. Li beşa duya civîna ji bîr anîna 27 emîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî û rêzgirtin li şehîdên xebata nû ya PDKÎ Hikmet Qolîzade berpirsê lawên PDKÎ ê helbestek li ser Mamosta yê aştiyê şehîd Dr. Qasimlo pêşkêşî beşdaran kır, li berdewamiyê de Ismayîl Ibrahîmî gotarek Li ser kesayetiya rêberê şehîd Dr: qasimlo û Sohrab kerîmî bi avayeke zanistî xebata nû ya PDKÎ û hevceyî ya girêdana xebata Çiya û bajar ji bo beşdaran şirove kır. Yêkitiya lawên PDKÎ Rojavaya kanada

13662582 10157101443995375 890050760 o