264152 aea4984690f627337acbac97d56a7ce7

Pirofisor ‘’Welîd Faris”, Şêvirmendê siyaseta derve yê “Donalld Tramp”, berbijêrê Partiya Komarîxwaz bo hilbijartinên serokomariya sala 2016’an ya Amerîka’yê piştevaniya xwe ji çalakî û berxwedaniya neteweya Kurd û Partiya Demokrat kir. 



Pirofesor Welîd Faris, Şêvimendê siyaseta derve ya ”Donald Tramp” bi belavkirina statûsekê di torên civakî de derheq axavtinên Mistefa Hicrî daye zanîn ku: “Mistefa Hicrî” sekreterê partiya kurdên Îranê, di gotûbêja di gel Kanala “El-erebiya” re daye xuya kirin ku Kurdên Îranê dawxaza federaliyê di çarçoveya Îraneke Demokratîk, weke Kurdên Îraqê dikin”.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, daye zanîn ku em dixwazin di welatek Fedral de bijîn, lê belê rejîma Îslamî a Îranê rejîmeke tepeserker e, li vê derheqê de em dikarin bi alîkariya neteweyên din û opozisyona Îranê vê rejîma terorîstî biguherînin.

Navbirî ji ziman Mistefa Hicrî ve dide zanîn ku “Rohanî tu desthilatek nine û desthilata serekî li destê Sipaha Pasdaran de ye”.

Berê jî, “Pirofesor Welîd Faris”, Şivêmendê Siyasta derve ya “Donalld Tramp” di gotûbêja digel “Dêylî Kalêr” de dabû zanîn ku ewlewiyeta siyasetên derve yên Tramp, pêşgirtin e ji bernameyên Koreya Bakûr, berbirûbûn bi gefên Îranê û gefên girûpên tundrew ên Îslamî.