Di van dawiyan de, bas li derbarê Rûxandina Komara Îslamî ya Îranê, germ û gurr bûne. Ewên ku vê diruşmê dibin jêr pirsyarê, bi çend belgeyan, 12678xwendineke dirust li ser vê diruşmê tunînin. Lê belê birina jêr pirsê ya vê diruşma sereke ya xebata me di vê qonaxa ku em tê de ne, digel vê ku şaş e, lê ew berjewendiya wê heye ku me han dide, da ku bi awayekî kûrtir vê diruşmê ji xelkê xwe re şirove bikin. Ezê hewl bidim ku belgeyên nerast bûna vê boçûnê bi awayekî zelal şirove bikim.

Belgeya yekem: Van kesan jêve ye, dema ku partiyeke siyasî, dema ku partiyek siyasî diruşma rûxandina sîstemekê hildibjêre, mebest ew e ku ew partî bi awayekî reha û bi bêy pêwendîgirtina digel fakterên zaf ên din, sîstemê dirûxîne, û her bi xwe jî sîstemeke altirnatîv di cihê wê de ava dike. Hewce ye ku em vê rastiyê rohn bikin, ku dema ku hizbeke siyasî diruşma rûxana sîstemekê hildibjêre, berî her tiştekê merem ew e ku ew ideal û piroje û piroje, û bernameyên vê hizbê li ber çavên wê ye, û ew modela vê hizbê bo deshilatdariyê bawerî pê heye. Di çarçoveya vê sîstemê de, ser nagre. Bi gotineke din wateya vê diruşmê ew e ku modela vê hizba siyasî bo deshilatdariyê, (Mani’I El cem’in. Wate heya vê demê ku ew sîstema deshilat di destên wê de be, di çarçoveya vê sîstemê de, modela siyasî ya dilxwazê hizba wî ser nagre, û her demekê jî modela dilxwaz ya hizba wî, dem û derfet jê re pêk hat, eva bêguman sîstema guherînê deshilata wê nemaye. Vêca niha yln ku guman li ser rewabûna diruşma Rûxandina Komara Îslamî de hene, bila bersiva vê pirsê bidn ku gelo di demekê de ku Komara Îslamî deshilateke tewaw di Kurdistanê de hebe, çende egera vê heye ku Kurd bikare modeleke hikûmeteke federalî a demokrat di Kurdistanê de ava bike?

Belgeya duyem: her wekî ku me bas kir. Dema ku PDKÎ bas ji rûxana Komara Îslamî dike, mebest ew e ku îdealên siyasî ên vê hizbê bi nemana vê sîstemê derbaz dibin, ne bi mana wê, ku wa bû, hizb di nav hevbendiya siyasî de nabe xwe di nav wan hêz û aliyan de bibîne, ku rasterast û ne rasterast kar bo mana Komara Îslamî dikin, û dixwazin ku bi awayên curbicur pêpkên deshilatê ya vê deshilatdariyê cihgir bikin. 

Hekî hizbekê bawerî bi îdealbûn û mumkinbûna rûxandina sîstemekê hebe, Şêweya xebat û tekoşîna xwe û şêweya avakirina hevbendiyekê bi awayekî taybet rêk dixe, û hekî bawerî bi îdealnebûn û mumkinnebûna rûxandina vê sîstemê jî hebe, kar û tekoşîna xwe bi awayekî din rêk dixe. Niha bila ew kes bersiva vê pirsê bidin ku gelo hizb dibe kar û tekoşîna xwe çawa organize bike?

Belgeya sêyem: Şaşiya boçûna van kesan di vir de ye ku renge nezanin diruşma ruxandina sîstemekê kêrehatî, felsefeyeke gellek kûrtir ji diruşmeke wekî “Don Kîşot” ya berçavkî li pişt e: dema ku partiyeke siyasî bas ji rûxana sîstemekê dike, mebest ew e ku ew sîstem kêrnehatî ye, û dijberiya digel rewta pêşkevtian serdemiyane, hem di warê hizrî û hem di warê şêweya deshilatdariyê ye, dema ku hizbek bas ji rûxadina sîstemekê dike, mebest ew e ku nakokiyên derûnî ên vê sîstemê û nakokiyên vê sîstemê digel ew xelkê ku deshilatdariyê bi ser de dike, nahê kirin ku bi awayekî demokratîk werin çareserkirin, belku ew sîstem bi derba nawendên emnî, û bi bi sedema tundûtîjiyê, û bikaranîna zexta neasayî ew nakokî heya heyamekê têne veşartin. Dema ku hizbeke siyasî bas ji rûxana sîstemekê dike, yanî bawerî bi rewayiya berfireh û dirêjheyam ya vê sîstemê dike, wate bawerî bi rewayiya berfireh û dirêjheyam ya vê sîstemê, di nav xelkê de nîne. Dema ku hizbekê bas ji rûxandina sîstemekê dike, merem ew e ku hekî bê, û derfeta hilbijartineke azad û heya nîve azad jî bo xelkê pêk bê, pêpikên deshilata vê sîstemê şeq dikin. 

Bûyerên pêwendîdar bi hilbijartina sala 1997 û 2009’an vê boçûnê piştstûr dikin. Em dizanin ku navê “hilbijartin”ê di Îranê de li ser vê proseyê tê danîn, piroseyeke gellek kontrolkirî û hikûmetî ye. Di van du dewreyan de, bi hinek sedeman kêmekê ji vê kontrolkirinê hate kêmkirin, û pêpikên deshilatê kete lerzê. Eva di demekê de ye ku ew hilbijhartin, li gora pîvanên naskirî ên hilbijartinê, nedihate kirin ku wekî hilbijartineke nîve azad jî bê naskirin. Gotina me ew e ku sîstemek ku nekare heya pêbendî encama hilbijartina kontrolkirî ya xwe jî be, nahê kirin ku mehkûm bi rûxanê nebe. 

Dema ku partiya me diruşma rûxana Komara Îslamî pesend dike, merem ew e ku xwe xwezaya vê rejîmê her di bingeh de û serbarê hinek cudahiyên berçav, heman xwezaya rejîma Stalînî ye, di Yekîtiya Sovyetê de, û heman xwezaya hikûmeta Sedam e li Îraqê, û heman xwezaya hikûmeta Qezafî ye li lîbiyê. Ew hikûmet dema ku netebahiyên wan gihîşte asta hiloşînê, çende karîn ku xwe di hemberî rûxanê de bigrin, Komara Îslamî jî di dema xwe de her ew qas karî, ku xwe rabigrin, û xwe biparêze. 

Belgeya çarem: Em derheq xwe, û rûxandina Komara Îslamî de, ne dibe xwe ji eva ku heyî zêdetir bizanin, û ne jî kêmtir. Ew xwendin her du jî şaş in. Kurtiya gotina me ew e ku: Ew roja ku Komara Îslamî diherife, tevgera Kurd jî, bandora xwe dibe. Ew kesên ku dibêjin Komara Îslamî bi me naherife, nabe ji bîra wan here ku hiloşîna Komara Îslamî, di dema herifînê de, Kurd û hêza Kurd jî rola xwe tê de heye. Dema ku em diruşma herifîna Komara Îslamî bilind dikin, mebest ew e ku hizba me û tevgera 

Demokratîk û rizgarîxwazane ya Kurd jî beşek in, ji van hêzan ku di dawiyê de, komara Îslamî ber bi herifînê ve dibin. Baweriya me ew e ku ne tenê her hizba me, belku her hizb û aliyek xebata demokearsîxwazane, bi awayekî cidî bi rê ve bibe, beşek e ji vê hêza ku Komara Îslamî ber bi herifînê ve dibe. Di bîra me neçe ku hêza Kurd li Îraqê rejîma Be’s bi tenê neherifand, belku beşeke berçav bû ji van hêzên ku rejîma Be’s ber bi ruxanê ve birin. Ew gotina bi tenê Kurd û PDKÎ û her deshilata Komara Îslamî bi xwe ve nagre. Bila em bas ji rewşa heyî ya siyasî bi awayekî berfirehtir bikin, û xwendineke giştgîr bidin dest xwendevanan. Boçûna me ew e ku: Di her sîstemeke ne demokreatîk û ne serdemiyane de, her hizb û aliyekî demokrat, beşek e ji van hêzên ku sîstemê ber bi herifînê ve dibin. Ew gotin, ne tenê her li derbarê hizba me de, û di Îranê de, belku li derheq her welatekî din de jî, û di her welatekî din ê cîhanê de rast derdikeve. 

Belgeya Pêncem: Hêzeke demokrat û pêşkevtinxwaz çawa dikare bibe beşek ji pirojeya herifandina berçav an hizrî ya sîstemeke lawaz û kêrnehatî û parvemayî? Mîkanîzma vê pişikdariyê çawa ye? Emê hewlê bidin di vê beşê de tekezê li ser vê mikanîzmê bikin.

Her sîstemekî kêrnrhatî û nedemokratîk di encama 3 nakokiyên sereke de, valahî dikeve nava sîstemê de, û pêngav bi pêngav ber bi jinavçûn û hiloşandinê ve diçe, û ev nakokî evana ne: 

Nakokî di nava aliyên deshilatê bi xwe de: Her sîstemeke nedemokratîk, li gorî xwezaya nedemokratbûna xwe, ji şefafiyetê dûr dikeve, wî çaxî dibe jîngeheke guncaw û baş bona geşekirina hêz û aliyên nesax û şêwe mafiyayî û bê rikeber. Ev aliyên nav hikûmetê di pileya yekem de jiber vê ku gellek nesax in, û di pileya duyem de li ber vê ku di nava rewşeke ne zelal de ne, heya diçe mezintir û nesaxtir dibin û heya ku diçe hêza madî ya wan zêdetir dibe, û di pileya sêyem de bi tund tevî hevdu rikeberiyê dikin û berjewendiyên wan roj bi roj zêdetir berbirûyî hevdu dibin, lewra pêngav bi pêngav zêdetir ber bi rewşa ji hevdu sorbûn û aloziyê ve diçin.

Nakokiya deshilatê digel xelkê xwe: Sîstemên ne demokrat têçûya (nirxa) herî zêde bona kontrolkirina xelkê xwe terxan dikin. Ev sîstemên han bi sedema vê ku tu bersivek bona daxwaziyên xelkê xwe tunîne, xwastek û daxwazên xelkê roj bi roj li ser hevdu kom dibin, lewra valahiya di navbera xelkê û deshilatê roj bi roj ber bi zêdebûnê ve diçe. Ev sîstemên han hinek caran bi sedema bikaranîna givaş û tundûtîjiya herî zêde ya dezgehên ewlekariyê bo ser xelkê, rûçikek ewleh ji wê civakê nîşan didin ku, hikûmetdariyê bi ser de dikin, lê ev ewlehiya wusa, tenê rûçik e û kêşe û nakokiyên di navbera xelk û deshilatê de, di rastî de, nehatine çareserkirin, belkî bo çînên veşartî û texên kûr ên civakê hatine dûrxistin, û di rastî de wê kêşe û nakokî di rewşek nebaş û aloz de wekî şewatekê xwe derbixin.

Nakokiya di navbera deshilat û xwezaya têkiliyên cîhanî: Di sîstema ne demokratîk de, sîstemê ne tenê kêşe tevî xelkê xwe heye, belkî kêşe digel cîhana derve jî heye. Sîstema ne demokratîk di bingeh de sîstemên neheviyayî ne. Him tevî xelkê xwe neheviyayî ne, û hem jî digel dewletên bîhanî û korr û komelên navnetewî. Sîstema han berdewam tevî tehrîman berbirû dibe. Jiber ku bi dehan tawanên curbicur encam dide, lewra tevî tehrîman berbirû dibe. Sîstemên han ji tehrîmekî ve ber bi tehrîmeke din ve diçin, û bona nehêlana wan tehrîman danûstandin li dû danûstandin û gotûbêj tevî gotûbêjê dikin.

Helbet ev danûstandin tenê di rûçik de danûstandin in, û di rastî de lahîkirineke veşartî û poandan (Îmtiyazdan) e di çarçoveya sîstema mafên navnetewî de. Ev tehrîm û poandanên berdewam, hêdî hêdî hem sîstemê lawaz dikin û him jî kerb û kîna xelkê zêde dikin. Ji aliyekî din ve sîstema nedemokratîk berdewam ji şerekî ve dikeve nava şerekî din, û bona her şerekî jî navekî pîroz peyda dike. Şerek dibe berxwedana pîroz, û şerek dibe berevanîkirin ji “Heremên pîroz” û ... hwd. Şerên han hêdî, bingeha aboriya welat hildiweşînin û xelkê pitir nerazî dikin.

Lê hêzên demokrat di her sê xalên berê de, nakokiyan bi rê ve dibin, wate wan dikin hêza berbirûbûna tevî sîstema serkutker. Ji aliyekî xelkê xwe û korr û komelên navnetewî û bîhanî ji wan nakokiyan haydar dikin, û ji aliyekî din ve wan nakokiyan ji çînên veşartî ên civakê derdixin nava civakê û dikin daynemo û hêza tevgera xelkê. Sîstem dixwaze ku hebûna wan nakokiyan bi rewşeke asayî û xwezayî nîşan bide, lê hêzên demokrat hewlê didin ku herî zêde nexwezayîbûn û karesatbarbûna vê rewşê eşkere bikin. Ev hewlên han hemû pêngavên hûr in ku ber bi herifandina rejîmê ve diçin û hemû hêzên demokrat di wan hewlan de berdewam in.

Bo mînak bandora Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, rêveberiya xebata netewî ya gelê Kurde li Îranê.

Sîstema hakim dixwaze ku rewşa ne wekhev ya êtnîkî di Îranê de û şêweya deshilatdariyê nawendxwaz di welat de, weke rewşek xwezayî û bê altirnatîv nîşan bide, lê Hizba Demokrat hewlê dide ku, him nexwezayîbûn û zordarîbûna vê deshilatê nîşan bide, û him jî altirnatîva serdemyane bona nehêlana vê newekheviyê, bi xelkê bide nasandin û, him jî nerazîbûna xelkê ji stema netewayetî bike bi, daynemoya xebat li dijî sîstema serkutker û bi vî awayî, birêveberiya parek ji nakokiyên deste du dike, ji aliyekî din ve xebata xelkê Kurd li dijî sîstemê û geşekirina vê xebatê û derbazbûna vê ji mijareke navxweyî bo mijareke herêmî û derekî, nakokiya di navbera deshilata navxwe û cîhana derve jî jê dikeve, wate hizb dikare di birêveberiya nakokiyên desteya Sêyemîn de rolê bilîze.

Bi kurtî her hizb û aliyekî siyasî dikare birêveberiya parek ji van nakokiyan bigire stûyê xwe û bi vî awayî bibe beşek ji pirojeya berfireh ya herifandina sîstema hakim.

Dirûşma herifandina sîstema serkutker di gellek waran de bo hêzên demokrat bi nirx û girîng e. Ji aliyekî ve şefeqa pêşerojek îde’al û dilxwaz nîşan dide, û ji aliyekî din ve xwezaya ne demokrat ya deshilatê eşkere dike, û aliyê sêyemîn jî dibe pirensîpek bo rêkxistina şêweya xebata hêza demokrat û parastina şûnasa şoreşgêrbûn a vê hêza demokrat.

Ev yasaya han tenê me li xwe nagire; Hertim her wûsa bûye ku hekî xebata rizgarîxwazî dirêjmideh be û qonaxên zêde derbaz bike, gefa herî mezin liser wan xebatkaran e, jidestdana şunasa soreşgêrbûnê ye. Dabezîna hesta şoreşvaniyê di despêkê de dibe sedema veheliyaneke metirsydar e, ku me mînaka vê veheliyanê di vê pêvajuyê de ku xwe bi alîgirê kongireya 4 pênase dikir, bi eşker dêt. Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li dijî vê veheliyana metirsîdar e û di pêxema bilindkirina ruha şoreşvaniyê û bi giştî di pêxema parastina pirensîpa şoreşvanbûnî û xebata berdewam û tev alî kar dike û, xebata han bi pirensîpeke negor ya kar û xebata xwe dizane.

Bi vî awayî gereke em bêjîn biherife hemû sîstemeke serkutker

 

 

N: Mistefa Hicrî