sminari lawan le canada 7.95 2

Yêkitiya ciwanên demokrata Kurdistana Îranê Roja yekşembiyê rêkevta 16ê Çirî a 2016 an sêmînarek Li ser rewşa 4 parçeyên Kurdistanê û bûyerên Rojeva Kurdistanê, li Rojavaya welatê Kanada, pêk anî. 

 


Sêmînar bi marşa netewî ya ey Reqib û xolekek bê dengî bo rêz girtin Li xwîna pake şehîdan dest pê kir
li berdewamiya civatê rêzdar Hikmet Qolîzade nûnerê lawan li welatê kanada gotarek li ser dabeş kirina kurdistanê li navbera 4 dewletên dagîrker û berxwedaniya gel, û her wisa koçber kirin û komkojiya kurdan pêşkêşi beşdaran kir.


Kekê Bengî Yîldiz nûnerê pêşiyê HDP, yê bajarê Batmanê li parlimana Tirkiyê de, li ser pêvajoya asimîle kirina gel Li bakûra welat, berxwedan, şoreş û hêzên Kurd û her wisa rewşa siyasiya kurdan li Bakûr, bala gohdaran kêşa 


Rêzdar Ismaîl Ibrahîmî nûnerê peywendiyên PDKÎ Li welatê Kanada xebata kurdan Li Rojavaya welat li dema Smko yê rêber we heya bûyerê rojevê û her wisa xebata Nû ya (rasan) PDKÎ û hevceyî û girîngiya wê li bo Rojhelata kurdistanê şirove kir.

sminari lawan le canada 7.95 1
Rêzdar Mehdî Tovî nûnerê PDK Li ser xebata başûra welat li sed salên derbas bûyî, pêvajoya serbixweyî ya kurdsitanê û her wisa berxwedaniya lehengên welat Li hemberî hovên ÎSIS ê û şerên Mûsilê bi kurtî peyviya.
Rêzdar Ciwan Sedûn kurdê Rojavaya welat Li ser dîroka Kurdan Li Rojavaya welat û rojeva kurdan û hêzên siyasî û her wisa pirsgirikên kurdan li Rojavaya welat peyviya.


Piştî bêhnokeke kort beşa dawiya sêmînarê bi Pirsiyar Li aliyê beşdaran û bersivên 4 bêjeran hate xemilandin.
Piraniya beşdaran sipasiya Lawan kırın û li ser vê bawerê bûn ku baştirîn semînara kurdan li rojavaya Kanada yê bûye û daxwazî li lawan kirin ku, berdewamî ya sêmînara li Rojava ya Kanada yê bikin.

 

 

photo 2016 10 18 08 53 54