konfransi lawan le canada 95

Roja yekşembiyê rêkevta 15ê Çile ya 2017 an konferans a Yekîtiya ciwanên demokrat ên Kurdistana Îranê li Rojava ya Kanada, bi beşdarî ya endamên YLDKÎ li Rojavaya Kanada,

rêzdar Rojîn Eşrefî berpirsê rêkxistina YLDKÎ li derwe yê welat, rêzdar Mêhrdad Xosrewî berpirsê lawan li derwe yê welat, rêzdar Şehrıyar Vîje berpirsê komîteya PDKÎ li Rojava ya Kanada û rêzdar Ismaîl Ibrahîmî nûnerê peywendiyên PDKÎ li welatê Kanada, hate girtin.
Konferans bi marşa netewî ya ey Reqib û xolekek bê dengî bo rêz girtin Li xwîna pake şehîdan dest pê kir
li berdewamî ya konferans ê, rêzdar Mêhrdad Xosrewî û Rojîn Eşrefî bi xêr hatina beşdaran kırın û li ser Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistan a Îranê, kar, xebat û erkên wan û her wisa dîroka lawan peyviyan.
Rêzdar Ismaîl Ibrahîmî nûnerê peywendiyên PDKÎ li welatê Kanada gotarek li ser peywendiyên Lawan û Pdkî pêşkêşa konferansê kir û zext li ser berdewamî ya alîkarî dana lawan li aliyê komîteya PDKÎ li wir kir.
Li berdewamî ya konferansê, rêzdar Hikmet Qolîzade nûnerê lawan li kanada bi xêr hatina beşdaran kır û li ser hevceyî ya lawan li Rojavaya Kanada peyvî ya.
Konferans bi pirsiyar li aliyê lawan û bersiv dan li aliyê berpirsên lawan li derweyê welat, rêzdar Mêhrdad Xosrewî û rêzdar Rojîn Eşrefî , domiya.
Rapora kar û xebata Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê li Rojava ya kanada û her wisa bersiva pirsiyaran li ser rapor û karên komîteya lawan li aliyê rêzdar Hikmet Qolîzade hate pêşkêş kirin.
Konfrans bi helbijardina endamên Nû bo komîteya rêweberî ya YLDKÎ li Rojavaya kanada bi dawî hat.